Deriyê Pêşabûrê yê sînorî tê vekirin

Deriyê Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê kurdistanê de, ji bo hemû alîkariyên mirovî, cureyên xwarinê û dermanan dê bê vekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9834ca70-748c-43bf-a673-67d096f28d95/Deriya%20Semalaka.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Deriyê Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê kurdistanê de, ji bo hemû alîkariyên mirovî, cureyên xwarinê û dermanan dê bê vekirin.

Berpirsê Dosya Sûriyê –  Rojavayê Kurdistanê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî ji K24ê ragihand, dê deriyê Pêşabûrê ji bo alîkariyên mirovî, hemû cureyên xarinê û dermanan ji bo Rojavayê Kurdistanê bê vekirin, her wiha dê bacên bazirganiyên jî tune bin, da ku alîkarî û kelûpelên xwarinê bi nerxenkî arzan bighên welatiyên Rojavayê Kurdistanê.

Deriyê Sêmalka yan Pêşabûr di 18 meha 1ê sala 2013 piştî rêkeftina di navbera TEV-DEM û ENKSê li Hewlêrê û avakirina Desteya Bilind ya Kurdî bi destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate vekirin, wê demê pênc komîte ku her komîteyek ji pênc kesan pêk dihat, hat avakirin.

Ji bo çûnûhatina xelkê he wiha ji bo kelûpelên xwarinê û bazirganiyê TEV-DEM û ENKSê sînor birêve dibirin, lê piştî demeke kurt û derketina nakokiyan, ew komîte hatin hilweşandin. li gor hin serkerdiyên ENKSê ku Rêvebriya Xweser ji wan xwestibû, ku ew komîte di bin desthilata Rêveberiya Xweser de be, ENKSê jî ev yek nepejrand, herwiha ji wê demê û heya peyaman Duhokê û roja îro, deriyê Pêşabûrê bûye pirsgirêk e.

Pişt 3ê salan ji vekirina derî, di meha Adarê de sînor girtî ye, lê niha biraya hatiye standin, ku derî bi fermî ji bo bazirganiyê û alîkariyan were vekirin û bê ku bacên gumrikê ji herdu alîyan werin standin.