Berbuharî: Her kesek dikarê bazirganiyê di Pêşabûrê re bike

Rêveberê deriyê Pêşabûrê ya sînorî li aliyê Başûrê Kurdistanê ve dibêje, vekirina deriyê Pêşabûrê wek alîkariyekê ye ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê deriyê Pêşabûrê ya sînorî li aliyê Başûrê Kurdistanê ve dibêje, vekirina deriyê Pêşabûrê wek alîkariyekê ye ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re.

Rêveberê deriyê Pêşabûrê ya sînorî li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji K24ê re ragihand, îro biryara vekirina deriyê Pêşabûrê ji sibe ve,li pêş kelûpelên xwarinê, dermanan û pêwîstiyên mirovî ji aliyê Berpirsê Dosya Sûriye - Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ve gihêşt destê me. Berbuharî ragihand, ku li gor biryarê her kesek dikare bazirganiyê di  navbera Başûr û Rojava de barzirganiyê bike, herwiha bê wergirtina baca gumrkê.

Berbuharî derbarê pirsa sedema girtin û vekirina deriyê Pêşabûrê di nabera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de got: “Sedema girtinê dive ji aliyê din bê kirin. Sedema vekirinê jî ji ber ku xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê di rewşeke aborî ya zehmet de ye, wê lomê ev derî bê wergirtina baca gumrikê hate vekirin. Wek alîkariyekê ye ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re. ”

Herwiha berbuharî diyar kir jî, ku derî li pêş çûnûhatina mirovan ji aliyî Başûrê Kurdistanê ve her vekirî maye, çûnûhatina mirovan qet nehatibû rawestandin. Rojane xelk diçû û vedigerî Başûrê Kurdistanê. Lê hin astengî ji aliyê Rojava ve hebûn.