Berbuharî: Îro kelûpelên xwarinê derbasî Rojava bûn

Berbûharî da zanîn ku, ew kelûpelên xwarinê dê binirxekî kêm bo welatiyan werin firotinin.
kurdistan24.net

K24-Pêşxabûr

Rêveberê Deriyê sînorî yê Pêşxabûrê Şewket Berbûharî ragehand ku, îro derbaskirina kelûpelê xwarinê bo Rojavayê Kurdistanê destpê kir, ew kelûpel bê bacwergirtin derbas dibin.

Li gor biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê îro, deriyê sînorî hate vekirin derbarê vê yekê Rêveberê Deriyê sînorî yê Pêşxabûrê Şewket Berbûharî ji K24ê re wiha got: "Duh, Diktor Hemîd Derbendî  berpirsê doseya Rojavayê Kurdistanê em agehdarkirin ku, deriyê sînor were vekirin bê ku her du alî baca werin wergirtin."

Berbûharî da zanîn ku, ew kelûpelên xwarinê dê binirxekî kêm bo welatiyan werin  firotinin.