Derwîş: HSDê amade ye têkeve Minbicê

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, HSDê amade ye têkeve nava bajarokê Minbicê, ji ber ziyan negihên sivîlan mane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, HSDê amade ye têkeve nava bajarokê Minbicê, ji ber ziyan negihên sivîlan mane.

Berdevkê HSDê Şervan Derwîş ji “Rueters” re ragihand, ku HSD gihêştiye ber bajarê Minbicê, herwiha dikarin jî têkevin û wê rizgar bikin, lê ji ber hebûna sivîlan di nava bajêr de, wan operesyona derbasbûna nava bajêr rawestandine.

Derwîş tekez kir, ku kengî ew bixwazin derbasî Minbicê bibin, ew dikarin. Herwiha Derwîş diyar kir jî, ku gelek çekdarên DAIŞê ji Minbicê direvin.

Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ya navê “Ebo Leyla” di roja xwe ya heştê de berdewam e, îro jî 4 gund hatin kontrolkirin.