Di nava 15 rojan de dê îfadeya parlamenteran were birin

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan rakirina parêzbendiya parlamenteran pejirand, pêvajoya yasayî dest pê dike. Di nava 15 rojan de wê dadgeh bo îfadeyê bang li parlamenteran bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan rakirina parêzbendiya parlamenteran pejirand, pêvajoya yasayî dest pê dike. Di nava 15 rojan de wê dadgeh bo îfadeyê bang li parlamenteran bike.

Rakirina parêzbendiya parlamenteran, di Parlamentoya Tirkiyê de bi 376 dengan hat qebûlkirin. Serokomarê Tirkiyê jî di nav demeke kurt de ev yek pejirand.

Li gorî yasayê, di nav 15 rojan de dosyayên ku di Parlamentoyê de ne, bo dadgehan bên şandin û dest bi lêpirsînê bê kirin.

Bi vê yasayê parêzbendiya 152 parlamenteran hat rakirin ku ji HDP'ê 55, ji CHP'ê 57, AK Partî 29, MHP 10 û yek jî parlamentera serbixwe hene û derbarê wan de 800 doz hatiye vekirin.