Helebê di navbera rêjîm û opozîsyonê de 20 sivîl hatin kuştin

topbarana grupên opozîsyonê û bombebarankirina firokeyên rêjîma Sûriyê li ser Helebê berdewam in, rojmanevanekî Helebê dibêje îro bêhtir 20 kesên sivîl li Helebê canê xwe jidest dane.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

topbarana grupên opozîsyonê û bombebarankirina firokeyên rêjîma Sûriyê li ser Helebê berdewam in, rojmanevanekî Helebê dibêje îro bêhtir 20 kesên sivîl li Helebê canê xwe jidest dane.

Rojnamevan Ehmed Rezûq ji bajarê Helebê de ji K24ê re ragihand, ku rêjîma Sûriyê îro çend bermîlên teqîner bi ser Helebê de barandin, herwiha bêhtirî 20 kesan jî canê xwe jidest dan.

Rezûq diyar kirk u, şer û pevçûn li Helebê di navbera grûpên opozîsyonê yên cuda ji aliyekî de û rêjîmê û milîşyatên piştevaniya wê dike de berdewam in. herwiha li bakurê Heleb şer bi çekdarên DAIŞê re tê kirin. Li aliyê rojhilat jî Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di şerê DAIŞê de di pêşveçûnê de ye.

Rezûq amaje kir, ku HSDê li derdora Mincê di pêşveçûnê de ye û bêhtir ji 20 gundan jî ji destê DAIŞê rizgar kirin. Ji aliyekî din ve jî hêzên rêjîmê berve Reqayê diçin û di pêşveçûnê de ne.

Rezûq diyar kir jî, ku hêzên Îranî û mîlîşyatên Şîe yên Iraqî û Libnanî hemû eniyê şer li parêzgeha Heleb û Reqayê li aliyê rêjîma Sûriyê şer dikin , herwiha firokeyên Rûsî jî herdem li esmanan piştevaniya rêjîmê dikin.