Hêzên biyanî di operesyona rizgarkirina Minbicê de
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor Wezareta Bergîriyê ya Fransayê, hêzên wê jî di operasyona kontrolkirina Minbicê de weke şêwiremend beşdar in. Li aliyeke din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) digel hêzên Civaka Leşkerî ya Minbicê pêşve diçin û tenê 800 m maye, ku riya di navbera Minbic û Helebê de kontrol bikin.
Her diçe hebûna hêzên biyanî di Sûriyê de zêde dibe. Bi taybet jî ku îro Sûriyê bûye qada şer a herî gerim di Rojhelata Navîn de. Ev yek jî di dema rûbrûbûna DAIŞê de di Menbic û reqayê de. Ku ev herdu bajar ji bingehên herî sereke yên çekdarên DAIŞê ne.
Hêza li vê dawiyê jî ku aşkere bûye, hêzên Ferensî ne. li gor jêderekî nêzîk ji Wezîrê Bergîriyê yê ferensayê Jean – Yves Odrian, hejmarek ji hêzên wan yên taybet digel hêzên Amerîkî di operasyona kontrolkirina Minbicê de weke şêwiremend û alîkar beşdar in.
Herweha, hêzên Amerîkî jî di operasyona kontrolkirina Reqayê de bi HSDê re beşdar in, ku beriya niha Serokê Amerîkayê Barak Obama şandina 250 leşker û bispor ji Sûriyê re ragehandibû.
Li aliyeke din, HSD digel hêzên Civaka Leşkerî ya Minbicê de li wî bajarî di pêşveçûnê de û şerekî giran ji sê aliyan ve di navbera wan û çekdarên DAIŞê de diqewime.
Li gor Rewangiha Sûrî ya Mafên Mirovan, ku riya Menbic – Babê bi 800 m nêzîk bûne. Bi vê yekê tevahiya riyê Menbic – Cerablos, Menbic – Reqa û Menbic – Bab – Heleb tê kontirol kirin û menbic ji hemû aliyan ve dorpêçkirî dibe.