Serok Barzanî derbarê proseya çaksaziyê de peyamekê belav dike

Serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de piştevaniya xwe bo plana reforma hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Navdewletî ragihand.

K24 – Hewlêr

Serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de piştevaniya xwe bo plana reforma hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Navdewletî ragihand.

Serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de ragihand, di 3 mehên borî de di çarçoveya ragihandina bernama çaksazî û rûbirûbûna gendaliyê de, 93 dosye pêşkêşî Destê Destpakiya Giştî hatiye kirin, niha ew kar li ser dosyan dikin, ku proseya lêkolîna tedabîrên dest pê kiriye, herwiha beşek ji wan doseyan bo dadgehê hatine rakirin.

Di beşek din ya peyamê de hatiye, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya proseya çaksaziyê bi zelaliyet, kêmkirina xercî û zêdekirina dahata Herêma Kurdistanê di demên  borî de, nêzîkî 40 biryar derxistiye. Beşek zor ji van biryaran taybet bi zelalî birêxistina karta petrolê ne, ji ber di baweriya me de girîng e xelkê Kurdistamê encama biryaran bibînin, herwiha çakaziyê li Wezareta Samênên Sirûştî cibicî bibe.  

Herwiha di peyamê de hat jî, di warê Wezareta Pêşmerge de, komîteyek taybet bi serpereştiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi hevahengî ligel Wezareta Pêşmerge û Serokatiya Encûmena Wezîran pêk hatiye, dest bi çaksazî di vê wezaretê de hatiye kirin û ew pêngav berdewam e.

Di dawiya peyama Serok Barzanî de hatiye, ku careke din dilniyayê dide xelkê Kurdistanê, ku ti kesek ji proseyê ne parêzbend e, hemû destgeh û sazî li xwe digire, ti astengî nabe rêgir jî bo cibicîkirina vê bername û planê.