Şerê li Bakurê Kurdistanê bi şêwazên nû dewam dike

Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Dewletê û PKKê de dewam dike. Rayedarên KCKê daxuyandin ku di şerê li hemberî dewletê de şêwazên nû dê werin bikaranîn. Herî dawî jî li Stenbol û Mîdyadê ev şêwaz hate bikaranîn. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî jî banga sekinandina şer dikin û şerê heyî li dijî berjewendiyên kurdan dibînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/357e2fd7-3995-407d-b32a-a14410629e79/SereLiTirkiyeUHeviyaAshtiye.ism/manifest

K24 – Diyarbekir 

Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Dewletê û PKKê de dewam dike. Rayedarên KCKê daxuyandin ku di şerê li hemberî dewletê de şêwazên nû dê werin bikaranîn. Herî dawî jî li Stenbol û Mîdyadê ev şêwaz hate bikaranîn. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî jî banga sekinandina şer dikin û şerê heyî li dijî berjewendiyên kurdan dibînin.

Di pêvajoya aşîtiyê de xelkê herêmê rehet kiribû. Bi destpêkirina şer bi hezaran insan ji mal û warên xwe dûr ketin. Bi sedan insanan jiyana xwe ji dest dan. Aboriya herêmê têk çû. Tahsin Sever Siyasetmedarê Kurd e, bal dikşîne ser destkeftiyên kurdan ên di dema pêvajoyê de û vî şerî li dijî berjewendiyên kurdan dibîne.

Sever got ji K24ê re axivî û got: “Di vî şerî de destkeftiyên heyî yên li bakûrê Kurdistanê winda bûne gelo? Belê winda bûne. Madem wisa ye, gelo ev şerê hanê xizmeta kê dike? Diyar e ku xizmeta kurdan nake.”

Di dîroka Tirkiyê de hemî hukimatan ji bo safîkirina pirsa kurdî polîtîkayên şer dane pêşiya xwe. Lê heta niha ji vê polîtîkayê encamek derneket. Xelkê herêmê dixwaze ku êdî şer bisekine diyalog û hevdîtin dest pê bikin? Prof. Dr. Ridvan Şeşen li Zanîngeha Dîcleyê mamoste ye. Xelkê herêmê ye û riya sekinandina şer weke pêkanîna wekheviyê nîşan dide.

Şeşen got: "Bi şer ev îş çênabe. Lazim e riyeke din bê peydakirin. Jixwe riya êqil yek e. Lazim e tu kesê li hemberê xwe weke xwe qebûl bikî. Çi ji xwe re bixwazî lazim e tu ji bo kesên din jî bixwazî. Gava tu nexwezî pirsgirk dê çêbin."

Şerê li bakûrê Kurdistanê bi şêwazên cuda dewam dike. Li gorî siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên herêmê pirsgirêka kurdî heta niha bi şîdetê çareser nebû ji niha pê ve jî dê çareser nebe. Xelkê herêmê jî dixwaze ku êdî şer bisekine û dîyalog dest pê bike. Lewra li gorî xelkê herêmê şer zirara herî mezin dide gelê kurd.