HSDê dorpêça li Minbic ji sê aliyan ve tund kiriye

Di çarçoveya kampîna kontrolkirina bajarê Minbic ji bi destê çekdarên DAIŞê Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 24 demjimêrên borî de 6 gûndên nû kontol kir. Li rojavayê başûrê Minbicê kêmtirî 3 k.m di navbera şervanan û navenda bajêr de maye. Tê çaverêkirin ku hêzên beşdar di kampînê de di demek nêzîk de êrîşekî berferh bi ser bajêr de bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Bendava Tişrînê  

Di çarçoveya kampîna kontrolkirina bajarê Minbic ji bi destê çekdarên DAIŞê Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 24 demjimêrên borî de 6 gûndên nû kontol kir. Li rojavayê başûrê Minbicê kêmtirî 3 k.m di navbera şervanan û navenda bajêr de maye. Tê çaverêkirin ku hêzên beşdar di kampînê de di demek nêzîk de êrîşekî berferh bi ser bajêr de bibin.

Kolan û Avahiyên bajarê Minbicê, bi awayekî aşkere ji şervanan ve xweya dikin bi taybetî ji başûrê bajêr ve. Ev yek jî hat, piştî ku şervanên Minbic bi piştevaniya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) karîn di 24 demjmêrên bûrî de li eniya bendava Tişrînê gundên (Um meyal, Qoxar, Waliye) kontrol bikin.

Endamê HSDê Aladîn ji K24ê re got: “Çekdarên DAIŞê derevin Tirkiyê. Niha em hewl didin ku dorpêçekê li ser Minbic çê bikin, ji ber hebûna hejmarek sîvîl li navçeyê, em nikarin êrîşî nava Minbicê bikin, ji ber ku çekdarên DAIŞê gelek mayin di nava bajêr de çandine.”

Ji aliyekî di ve, şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê, dest danîn ser Zanîngeha Îtîhad ya ku 2 k.m dûrî navenda bajêr e. Herwiha karîn riyên sereke di navbera Minbic û Cerabûls, Heleb û Reqayê de biberin.

Şervanê Encûmena Leşkerî ya Minbicê  Cîhad jî dibêje: “Em niha li xêza pêşîn ya eniya şer in; sayloyên Minbic ji me diyar in. Niha me bajar dorpêç kiriye, me riya Bab û helebê girtiye. Herwiha gelek termên DAIŞê di destê me de hene.” 

Li eniya pira Qereqozaqê jî, ku Tirkiyê vê navçeyê bi hêleke sor dide nasîn, piştî ku şervanan girê Xwedayê Mezin kontrol kirin, karîn herî dawî gundên Mişrife, Şwêhe û Xernûbê rizgar bikin. Niha hêzên beşdar di kampîna rizgar kirina minbicê de bizava wê yekê dikin, ku girêdanekê di navbera hersê eniyên şer de çê bikin. 

Şervanê HSDê Zinar dibêje: “Tektîka me bi vî awayî birêve diçe, di destpêkê de em êrîş dikin û dûv re em bi ser çekdarên DAIŞê diçin.  Em sîvîlan ji nav şer derdixin, ji ber ku çekdarên DAIŞê sîvîlan wek mertalên mirovî bikar tînin.” 

Kampîna rizgar kirina bajarê Minbicê di 1 Hezêranê de destpê kiriye,
hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên asmanî û bejayî di vê operasîonê de bi roleke girîng radibin. Têbîniya herî berçav di vê kampînê de ew e, ku karîna berevaniyê li cem çekdarên DAIŞê nemaye û ta niha 130 k.m  çarkoşe ji dest dane.