HSD her çar rêyên sereke yên diçine Reqayê kontirolkirin

Di 24ê Gulana borî de Hêzên Sûriyê ya Demkoratîk(HSD)operasyona rizgarkirina Bakurê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest pêkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di çarçoveya proseya rizgarkirina Reqayê de, her çar rêyên sereke yên bajarê Reqayê kontirolkirin.

Derbarê vê babetê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: Çar rêya sereke yên ku, diçine bajarê Reqayê û di heman demê diçine bajarokê Tebqayê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ve hate kontirolkirin.

Rewangehê da zanîn ku, di kontirolkirina wê rêya sereke de 80î çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Aşkere kir ku, tenê 15 K.m ji bajarokê Tebqayê dûrin.

Ji aliyeke din ve Encûmena Leûkerî ya bajarokê Minbicê hemû rêyên alîkariyên DAIŞê hatin birîn.

Di 24ê Gulana borî de Hêzên Sûriyê ya Demkoratîk(HSD)operasyona rizgarkirina Bakurê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest pêkirin.