Fransa bombebarankirina Dareya ji aliyê rejîma Sûriyê ve şermezar kir

Li bajarokê Dareya yê ku, ji aliyê rejîma Sûriyê ve dorpêçkiriye, bo yekem car ji sala 2012an ve alîkariyên mirovî derbasî wê navçeyê dibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Can Mark Ayrolt bombebarankirina bajarokê Dareya şermezar kir, da zanîn ku, êrîşên rejîma sûriyê gehandina alîkariyan bo wê navçeyê asteng dike.

Rejîma Sûriyê di dema derbasbûna alîkariyên mirovî bo bajarokê Dareya bombebaran kir, ku, cara yekemîn bû ji sala 2012an ve alîkarî derbasî wê navçeyê dibin.

Derbarê vê mijarê Wezîrê Derve yê Fransayê Can Mark Ayrolt di kongreyekî rojnamevanî de bombebarankirina bajarokê Dareya ji aliyê rejîma Sûriyê di dema derbaskirina alîkariyên mirovî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de Wezîrê Derve yê Fransayê wiha jî got: "Bi rastî em li pêşiya durûtiyekê ne, ew jî durûtiya rejîma Sûriyê ye ku, nayê qebûl kirin.Ez nizanim bi gotinan wê yekê binav bikin.

Can Mark Ayrolt diyar kir ku, rewşa Sûriyê pir xirabe ji ber ku, rejîm Sûriyê her roj êrîşî gelê xwe dike.

Li bajarokê Dareya yê ku, ji aliyê rejîma Sûriyê ve dorpêçkiriye, bo yekem car ji sala 2012an ve alîkariyên mirovî derbasî wê navçeyê dibin.