Li bajarê Çêwlikê erdhejek çêbû
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Çêwlikê bi dijwariya 4.6an de erdhejek rûda.
Li gor daneyên Zanîngeha Bogazîçiyê Enstîtûya Lêkolînên Erdhejê li bajarê Çêwlikê bajarokê Ilicalarê bi dijwariya 4.6an de erdhêjek rûdaye.
Li gor zanyariyên yekem ti kes nemirine û birîndar nebûne. Lêbelê li hin xanî û avahiyan de xisarên maddî çêbûne. Erdhêj li navçeyê bû sedema tirseke demkurt.
Di sala 2011an de li bajarê Wanê bi dijwariya 6.7an de erdhej çêbûbû. Di encamê de 604 kesan canê xwe ji dest dabûn.