DAIŞ 37 sivîlan li gundê Xendora ya nêzîkî Minbicê dikuje
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Xendora ya nêzîkî Minbicê kirin û 37 gundiyên sîvîl kuştin.
Peyamnêrê K24 li Kobanê ragihand, ku çekdarên DAIŞê HSDê li xwe kiribûn û hewl dan ku têkevin gundê Xendora ya nêzîkî Minbicê, dema ku gundî derketin pêşwaziya wan kirin, lê çekdarên DAIŞê gule bi ser wan gundiyan de barandin û 37 ji gundiyan canê xwe jidest dan.
Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kir, ku piştî bûyerê şervanên HSDê êrîşî wê grûpê DAIŞê kir û ew êrîşa DAIŞê têk birin, ku di encamê de hejmarek hat kuştin û hinek jî dîl ji aliyê HSDê ve hatin desteserkirin.
Peyamnêrê K24ê diyar kir, ku gundê Xendora dikeve bakurê rojhilata Minbicê bi 5 k.m û li ser riya Minbic û Cerablusê ye û xelkê wî ji pêkhateya Ereb in.