Bajarê Minbicê bi temamî dorpêç bûye

Piştî ku Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) dest danîn ser riya Minbic – Xendûra li bakurê rojavayê Minbicê, bajarê Minbicê bi temamî dorpêç bûye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6b75983e-85ce-4600-989b-b9f69107c9dc/Minbic-Dorpec.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) dest danîn ser riya Minbic – Xendûra li bakurê rojavayê Minbicê, bajarê Minbicê bi temamî dorpêç bûye.

Bêhtir ji 10 rojan e, Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operesyona rizgarkirina Minbicê kirine, bo bidawîkirina kontrola DAIŞê li bakurê Sûriyê û dûrxistina wê ji sînorê Tirkiyê.

Piştî DAIŞê ziyaneke mezin li derdora Minbicê dîtiye, çekên xwe veguhastine bajarê Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê. Herwiha 20 hezar xelkên sîvîl jî neçar kiriye, ku ber bi Babê herin, wek ku xwe amade dike, ku ji Babê de dest bi şerekî bike.

DAIŞ di niha li hemberî 3 şeran e. Yekem şer li bajarê Tebqayê li başûrê rojava Reqayê, ku şerê wê bi rêjîma Sûriyê re ye. Duyem şer li derdora Minbicê li rojhilatê Helebê ye, bi Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSDê re ye. Ya sêyem jî li bajarokê Mariê li bakurê Helebê ye, bi yekîneyên opozîsyona Sûriyê re ye.

Tê bîşbînîkirin, ku DAIŞ şerê xwe bi yekîneyên opozîsyonê re bipaş bixe, wek hewlekê bo vegerandina baregehên xwe li Minbicê.

Minbic ji çar hatiye dorpêçkirin û tenê nêzîkî 1 K.m maye, ku Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSDê derbazî nav bajar ê Minbic bibin.