Şer li Sûriyê nahêle alîkarî bigihin deverên dorpêşkirî

Di şeveke de ji bo yekem car alîkariyên mirovî di nav de jî yên xwarinê derbasî bajarokê Dareya bûn, rêjîma Sûriyê jî 70 bermîlên teqîner bi ser wî bajarokî de barand.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bc5e0578-d112-4401-af70-a9af9d1a154b/Dereya-Alikari.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şeveke de ji bo yekem car alîkariyên mirovî di nav de jî yên xwarinê derbasî bajarokê Dareya bûn, rêjîma Sûriyê jî 70 bermîlên teqîner bi ser wî bajarokî de barand.

Di şeveke de ji bo yekem car alîkariyên mirovî di nav de jî yên xwarinê derbasî bajarokê Dareya bûn, herwiha opozîsyona Sûriyê ya ku wê deverê kontrol dike dibêje, ew alîkarî têra xelkê Dareya du hefteyan jî nake, ku li gor wan hejmara  rûniştvanên Dareyayê  8 hezar e, ku ducaran ji pêşbînyên Netewên Yekgirtî bêhtir e.

Lê alîkarî bi temamî nehatin belavkirin û li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, rêjîma Sûriyê dest bi bombebarankirina Darayayê kir û yek şevê dora 70 bermîlên teqîner bi ser wî bajarokî de barandin.

Najarokê Daraya, ji 2012an ve ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dorpêçkirî ye, roja 1 Hezêranê yekem karwanê alîkariyan derbasî wir bû. Ji ber dorpêça li ser Darayayê, çendîn car civaka navdewletî behsa avêtina alîkariyên xwarin û dermanan bi riya esmanî dikir, herwiha hîn jî ew bijarde wek pêşniyar maye.