Derwîş: Yek k.m li nêzîkî Minbicê ne

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, Operesyona rizgarkirina Minbicê li cihinan gihêştiye 1 k.m nêzîkî Minbicê, lê ji ber hebûna sivîlan di nava bajêr de, ew bi hestiyarî pêşve diçin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, Operesyona rizgarkirina Minbicê li cihinan gihêştiye 1 k.m nêzîkî Minbicê, lê ji ber hebûna sivîlan di nava bajêr de, ew bi hestiyarî pêşve diçin.   

Berdevkê HSDê Şervan Derwîş ji eniyên şerê operesyona rizgarkirina Minbicê de ji K24ê re ragihand, di roja 11emîn ya operesyona şehîd Fêsel Ebû Leyla de li derdora Minbicê berdewam dike, li hin eniyan heta 1 k.m ew li nêzîkî bajarê Minbicê ne, herwiha 2 gundên Kurdan li rojavayê Minbicê (Eseliyê û Bagiwêranê) hatin rizgarkirin.

Derwîş diyar kir, ku li aliyê başûrê Minbicê pêşketinên balkêş çê bûne, ku gelek çek û teqemenî yên DAIŞê ketine destê HSDê. Derwîş amaje bi wê kir kir jî, ku planên wan danane bi awayekî baş birêve diçe, lê ji ber hebûna sivîlan di hundir Minbicê de, ew bi hestiyarî gavên xwe davêjin.

Li ser pirsa ku piştî operesyona rizgarkirina Minbicê, dê berê wan berve bajarê Babê be, Derwîş aşkere kir, ku ew wek Encûmena Leşkerî ya Minbicê ti planên wisa tune ne, tenê di plana wan de bajarê Minbicê û gundê bi ser wê ne.

Derbarê armanckirina firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ji nava Minbicê re û ketina qurbaniyan di nava sivîlan de, Derwîş diyar kir, ku ew nikarin ti agahiyan ji nava bajêr de werbigirin, lê DAIŞê agahiyan wisa belav dike, da ku ew zanibin ku DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertalên mirovî û mayîna xwe di hundir Minbicê de dirêj bike.

Herwiha Derwîş amaje kir jî, ku wan bangewaziyek belav kirine, da ku sivîl xwe bêtir di taxên hundirê Minbicê de xwe biparêzin.

Derwîş diyar kir jî, ku DAIŞ hewl dide xwe di nava sivîlan de veşêre, ev yek jî tê wateya ku DAIŞ jihev ketiye û moralên wan gelekî lawaz bûye. Herwiha gelek ji çekdarên ku ji derv eve hatine reviyane.

Derwîş aşkere kir, ku bêhtirî 100 termên çekdarên DAIŞê di destê wan de ne. Herwiha Derwîş got ku, hejmarek şehîdan wan jî hene, dê demên pêş de rabigihînin.

Derbarê beşdariya leşker û şêwirmendên Amerîkî û Fransî di operesyona rizgarkirina Minbicê de, Derwîş got: “Em wek Encûmena Leşkerî ya Minbicê hevahengiyê ligel Hevpeymaniya Navdewletî dikin, ti têkliyên me yên dualî bi ti welatên din re tune ne. Em xwe dêjmêrin ku em perçeyek in ji hêza hevpeymaniyê li ser erdê şer dike, herwiha welatên ku di hevpeymaniyê de cih digirin, dikarin li erdê jî cihê xwe bigirin. Spasiya me ji hêza hevpeymaniyê re heye, çi yên li asîmên û çi yên li erdê wek şêwirmend.”