TAK nasnameya xwekujê teqîna Stenbolê aşkere kir

Hikûmet tikriyê jî 3ê kes bi tuhmeta alîkariya Eylem jibo encamdana wê teqînê girtine.

K24-Navenda Nûçeyan

Bazên Azadiya Kurdistanê(TAK) nasnameya xwekujê teqîna Stembolê ku, di hefteya borî de hatibû pêkanîn  eşkere kir.

Derbarê vê mijarê Bazên Azadiya Kurdistanê(TAK) daxuyaniyek  li ser malpera xwe ya fermî belav kirin tê de, nasname û wêneyê kesê xwekuj belav kiriye.Li daxuyaniya  TAKê de, ew kesê teqîna Stenbolê pêkanî  jine û navê wê Eylem Yaşa ye. 

Berî du rojan TAKê ragehandibû ku, wan ew teqîn weke bersivekê li ser  wan operasyonên leşkerî ku, Tirkiyê li bakurê Kurdistanê dike pêkanîne.

Eylem di sala 1984 de li bajarê Amedê li Kurdistanan Bakur ji dayikbûye û endama rêxistina TAKê bû.

Hikûmet tikriyê jî 3ê kes bi tuhmeta alîkariya Eylem jibo encamdana wê teqînê girtine.