Li bajaroka Çelê çandina birinc

Gundî amaje bi wê yekê dikin ku, li vê herêmê ev birinc 500 sal berî niha hatiye çandin û ev birinc li ser sifreya dewlemendan xwedî cihekî taybet bûye.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Gundê Biyader ya li ser Çelêya bajarê Colamêrga Bakurê Kurdistanê ku 8 kîlometreyan dûrî navendê ye, şêniyên vî gundî debara jiyana xwe bi çandina birinç dikin. Ev gundê ku ji 30 xaniyî pêk tê, ji ber zehmetiiya çandina birinc gelek caran ligel hev hevkariyê dikin û pêşî zeviyên xwe dikêlin û bi şûnde jî dest bi çandina birinc dikin.

Gundiyên li vî bajarokî her sal di bin navê "Roja Heriyê" de serê sibehê zû radibin û her roj diçin nava zeviyê malbatekê û birinç diçinin. Bi boçûna niştecihên gundê Biyaderê karê wan yê çandiniyê heta mehekê berdewam dike, lê dema ligel hev hevkariyê nekin karê wan ji mehekê dê zêdetir berdewam bike û herwiha ew ê nikaribin bi tena serê vî karî bibin serî.

Derbarê vê mijarê Gundiyê Biyaderê Mûsa Ozcan wiha got:"Hosteyê heriyê ez im. Bav û bapîrên me ev kar kiriye. Em jî vî karî berdewam dikin, ka gelo em ê jî heta kengî biçin xwedê zane."

Birincê Çelê yê ku tuşî nemanê dibe bi destê welatiyan careke din hêşîn dibe. Ji aliyê din ve hem ji ber hatina Meha Remezanê hem jî ji bilî vî karî, li ber destê welatiyan tu karekî din nîn e ku bikin ji lewre gelek zehmetiyan dikişînin.

Derbarê vê babetê Gundiyê Biyaderê Mehmet Selîm Ozcan wiha ji K24ê re axifî:"Em debara xwe li ser birinc dikin. Lê belê gelekî zor e. Karê wê gelekî zor e, hemû zoriya wê li ser milan e. Ji bilî birinc pêvetir dahatuya me bi tiştekî din tune ye. Li gundê me gelek fêkî û zebze radibûn, lê belê hemû tunebûne, piştî ku me dev ji gundê xwe berda."

Birincê Çelê ku, bi rengê zer e û di nava zeviyên biçûk de tê çandin, bi wê ava ku, geliyê Tiyarê û Zapê diherike, tê avdan. Gundî amaje bi wê yekê dikin ku, li vê herêmê ev birinc 500 sal berî niha hatiye çandin û ev birinc li ser sifreya dewlemendan xwedî cihekî taybet bûye. Lê niha her cotkarek dikare vî birincê zer bibe ser sifra xwe jî. Ji lewre niha hemû gundî li benda gihiştina vî birincê zer e ku, hem bibe ser sifreya û hem jî debara xwe pê bike.