DAIŞ li bendava Tişrînê êrîşî HSD dike

Her yak ji Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) û Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona Bakurê Reqayê û bajarokê Minbicê destpê kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Şeva borî li bakurê rojavayê bajarê Reqayê li nêzîkî bendava Tişrînê, çekdarên DAIŞê êrîşî Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) kirin, di encam de 10 şervanên HSD canê xwe ji dest dan û 4ê din jî bi dîl ketine destê çekdarên DAIŞê de.

Ew nûçe heta niha ji aliyê Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ve nehatiye piştraskirin, tenê diyar kirine ku, wan du êrîşên DAIŞê têkbirine bêy ku, derencamên wan her du êrîşan rabgehîne.

Ji aliyeke din ve îro, Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê 4 gundên din li rojhelata wî bajarokî ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Her yak ji Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) û Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona Bakurê Reqayê û bajarokê Minbicê destpê kirine.