Welatiyên li derdora Minbicê zordariya DAIŞê ji K24ê dibêjin

Xelkên gundên Minbicê yên li ser destê DAIŞê gelek îşkence dîtin, çêrokên danûstandina DAIŞê bi wan re ji K24ê re dibêjin, kua çendî îşkence û zordarî ji ber zagon û yasayên DAIŞê dîtine.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d827d894-92d7-4678-b746-43fec4c509d8/sivil-kobane.ism/manifest

K24 – Minbic

Xelkên gundên Minbicê yên li ser destê DAIŞê gelek îşkence dîtin, çêrokên danûstandina DAIŞê bi wan re ji K24ê re dibêjin, kua çendî îşkence û zordarî ji ber zagon û yasayên DAIŞê dîtine.

Piştî ku gundên derdora Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Tîma K24ê li gundên derdora Minbicê geriya. Gundiyan ji rewşa jiyanên gundiyan di bin desthilatdarî û zordariya DAIŞê ji K24ê re vegotin.

Ji roja 1 Hezêranê de, Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operesyona rizgarkirina Minbicê kirine. Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Şervan Derwîş ji K24ê re ragijandibû, ku operesyona rizgarkirina Minbicê li cihinan gihêştiye 1 k.m nêzîkî Minbicê, lê ji ber hebûna sivîlan di nava bajêr de, ew bi hestiyarî pêşve diçin.