Termê şehîd Qehreman Îskan li gundê wî hate veşartin

Termê Pêşmergeyê şehîd di hêza Leşkerên Roj de Qehreman Îskan, bi merasîmekê di deriyê sînorî Pêşabûre re bo Rojavayê Kurdistanê hate veguhastin. Li ber deriyê Sêmalka yê sînorî jî, hijmarek ji xelkên deverê (Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûde) pêşwaziya cenazeya şehîd kirin û li gundê şehîd Bela Zozana hate veşartin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/42c34492-280c-44f3-953f-e7ce8c9b8d33/qehreman-amude.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Termê Pêşmergeyê şehîd di hêza Leşkerên Roj de Qehreman Îskan, bi merasîmekê di deriyê sînorî Pêşabûre re bo Rojavayê Kurdistanê hate veguhastin. Li ber deriyê Sêmalka yê sînorî jî, hijmarek ji xelkên deverê (Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûde) pêşwaziya cenazeya şehîd kirin û li gundê şehîd Bela Zozana hate veşartin.

Duh, li eniya Xazir ya Başûrê Kurdistanê, di encama teqîna bombeyeke çandî de, li gundê Zehrit Xatûn Pêşmerge Qehreman Îskan yê ji gundê Bula Zozana ya ser bi bajarê Amûdê ve şehîd bû. Herwiha Pêşmergeyê bi navê Hemze Remedan Birhik birîndar bû.

Şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), pêşwaziya cenazeya şehîd kir û li ser gora şehîd gotinek bi navê ENKSê hate xwendin, ku bal kişandin li ser giringiya derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo xaka Rojava, da ku mil bi mil ligel birayên xwe YPG berevaniya xaka Kurdistanê bikin. 

Şehîd Qehreman ciwanê 20 salî, ji heyama salekê ve tevlî Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bûbû û li gel hevalên xwe beşdarî şerê li dijî DAIŞê li eniya Xazir bû.

Berî şehadetê, şehîd Qehreman li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî bû û ji xwedê daxwaz kiribû, ku ew di nêzîktirîn dem de di ber xaka Kurdistanê de şehîd bibe. Omîd û hêviya wî bicih hat û bi axa Kurditanê wek şehîd hate spartin.