Li Wanê teqîn: 6 Polîs birîndar bûn

Di encama teqînê de 6 polîsên Tirkiyê birîndar bûn, rewşa 2 polîsan giran e.

K24 – Wan

Peyamnêr K24ê ragihand, ku li taxa Atalan ya ser bi Westanê ve di dema wesayîta polîsan ya zirpoş derbas dibû, bombeya ku berê di bin nîfesekê de hatibû bicihkirin, ji dûr ve hate teqandin.

Di encama teqînê de 6 polîsên Tirkiyê birîndar bûn, rewşa 2 polîsan giran e.