Zerîf: milmilanê li Sûrya û Îraqê tenê bi rê ya serbazî çareser nabin
K24- Hewlêr
Wezîr ê derve yê Komra Îsalamî ya Îranê, Mehemed Cewad Zerîf ragehand: milmilanê yên li Sûrya û Îraqê tenê bi rê ya serbazî çareser nabin.
Mehemed Cewad Zerîf di kongireyek a rojnamevanî de, duhî li Nerwîcê ragehand: Ez di wê bawerrîyê de me ku me pêdivî bi rêkkevtinekê ye neku li ser çareserî ya serbazî belkû bû gerryanî bi dûv çareserî yên din.
Xuya jî kir, ew şerr û milmilanê yên li Îraqê û Sûrayê hene bi rê ya serbazî çareser nabin û pêdivî ye hizr bihê vekirin ji sitratîcîyek a dî ya ne serbazî jî.
Wezîr ê derve ya Komar a Îslamî ya Îranê bi merem a pişkdarîkirinê di kongireyek a taybet bi çareserkirin a milmilanêyan sserdan Nerwîcê kiribû.