Çavên welatiyên Sûrê li jinûavakirina wê ne

Navçeya Sûrê di lîsteya mîrateya çanda dinyayê ya UNESCOyê de ye. Çavên Diyarbekiriyan lêbûn ku, bi biryara UNESCOyê bi hezaran gerok ji cîhanê werin Sûrê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/01598fcc-96f2-4402-87ee-d44b13842b7c/XelkeSurePesniyariyenDewleteDinirxinin.ism/manifest

K24-Amed

Piştî şer û pevçûnên li bakur, dewleta Tirkiyê biryara ji nû ve avakirina bajarên ku, wêran bûne da. Ji bo navçeya Sûrê jî projeyên nû hatin amadekirin û ev proje ji aliyê dewletê ve hatin eşkere kirin. Niştecihên Sûrê niha li ser projeya ku, ji 3 lingan pêk tê difikirin. Niştecih dibêjin proje baş e lêbelê heta ku, ew di pratîkê de nebînin jê bawer nakin.

Piraniya 6 taxên navçeya Sûra Diyarbekirê di şer û pevçûnên di navbera hêzên dewleta Tirkiyê û  şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) de kavil bûbûn. Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê yê Tirkiyê Mehmet Ozhasekî beriya heftiyekê li Diyarbekirê projeya ji nû ve avakirina Sûrê eşkere kiribû. Li gorî ragihandina wezîr dê niştecihên Sûrê neyên mexdûr kirin. Xaniyê Saliha Xanimê yek ji wan xaniyên ku zirar dîtiye. Saliha Xanim dibêje, ew nizanin dê ji bo wan çi were kirin, divê encaman bibînin.

"Ez pereyan nagrim. Heger xanî bidin me em ê xanî bistînin. Lê belê yên xelkê çawa be bila yên me jî wisa be. Heger xaniyeke nû jî bidin me ew xanî dê cihê xaniyên me yê berê negre. "

Li gorî projeya nû, dewlet dibêje welatiyan, yan dê bedela xaniyên we bide, yan jî dê li şûna xaniyê we xaniyeke nû bo we çêbike, yên ku van pêşniyariyan qebûl nekin dikarin ji TOKIyê xaniyekê bistînin. Weke Sûrê dê sûka Gazî û Melîk Ehmedê jî were nûkirin. Mebesta vê gavê ew e ku Sûr û sûka Sûrê bikin cihê dilkêşiyê û ji çar aliyên cîhanê geştyar werin Diyarbekirê. Vedat Yakişikli bi salan e ku li kûçeya Gaziyê zêringer e. Di heyama pevçûnan de dikana wî jî 4 meh an girtî mabû. Dibêje em 2 sal an pajde çûyîn. Li ser ji nûjenkirina sûkê jî wiha dibêje:"Wezîr qala projeyê kir lê ez bawer nakim. Lewra beriya niha jî gotin ku dê di 2 sal an de Mizgefta Mezin were nûkirin lê ev 6 sal in ku hê jî nehatiye nûjenkirin. Ji ber wê yekê ez bawer nakim lê de înşeallah. Heger weke bajarê Toledo yê Îspanyayê çêbikin dê geşteger werin vir."

Navçeya Sûrê di lîsteya mîrateya çanda dinyayê ya UNESCOyê de ye. Çavên Diyarbekiriyan lêbûn ku, bi biryara UNESCOyê bi hezaran gerok ji cîhanê werin Sûrê.

Lêbelê ji ber pevçûnan niha hêviya ji hatina geştyaran şkestî ye.Xelk û esnafên Sûrê dibêjin piştî operasyonan êdî ne mimkûn e ku Sûr weke berê were avakirin lê ew dixwazin encama projeyê bibînin.