210 hezar penaber bi rêya deryayê giheştine Ewropayê

Li gor amarên rêxistinê ji sala 1996an de 60 hezar penaber di rêya deryayî û bejayî canê xwe ji dest dane.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navdewletî ya Koçûkoçberan ragehand ku, 210 hezar penaber ji destpêka sala 2016 û heta bi rêya deryaya Sipî giheştine Ewrpayêyê, da zanîn ku, 2 hezar û 859 penaber di ava deryayê de xeniqîne.

Derbarê vê rêjeya nû a penaberên ku, ji destpêka vê salê giheştine Ewropayê Rêxistina Navdewletî ya Koçûkoçberan di daxuyaniyekê de tekez kir ku, çavdêriya penaberên ku, giheştine Italya, Îtalya, Yonanistan, Qubrus û Îspanyayê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyê rêxistina koçberan ku, 210 hezar penaber bi rêya deryaya Sipî ji destpêka sala 2016an û heta niha giheştine welatên Yekîtiya Ewropayê.

Rêxistina Navdewletî ya Koçûkoçberan aşkere kir, penaberên ku, giheştine Italya bi tenê 51 hezar û 965 kesin.

Li gor amarên rêxistinê ji sala 1996an de 60 hezar penaber di rêya deryayî û bejayî canê xwe ji dest dane.