Tirkiyê dixwaze pêwendiyên xwe bi Esed re baş bike

Tirkiye bo astengkirina federasyona Rojavayê Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Beşar Esed re baş bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye bo astengkirina federasyona Rojavayê Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Beşar Esed re baş bike.

Li gor ajansa “Reuters” di analîzekê de bal dikşîne ser pêwendiyên Tirkiyê yên derve û destnîşan dike, bi guhertina hikûmetê re li Tirkiyê siyaseta derbarê Sûriyê de guhertin diyar dibin.

Ajans detsnîşan dike, rayedarekî payebilind yê AK Partiyê gotiye, Serokê Sûriyê her çiqas kujerê gelê xwe be jî, naxwaze li bakurê Sûriyê herêmeke xweser bê ragehandin. Tirkiye, her çiqas ji Esed hez neke jî, bi ti awayê li Rojavayê Kurdistanê bakurê Sûriyê desthilatiya PYDê qebûl nake û bo vê amade ye, ku bi Esed re pêwendiyan baş bike.

Tirsa AK Partiyê ev e ku, hêzbûna PYDê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, têkoşîna PKKê ya Bakurê Kurdistanê hêztir bike.

Di 17 Adara borî de, ferderalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê hat ragihandin. Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtineke xwe de li dijî avakirin sîstema federalîzmê li Sûriyê derbirî û got ku, Sûriyê bo avakirina sîstema federalîzmê ne guncaw e.