Li Minbicî şer bi çekên giran berdewam e

Di 1ê vê mehê de, opersyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî û HSD herwiha bi pişevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.

K24-Navena nûçeyan

Piştî rizgarkirina gundê Til Refîh ku, dikeve bakurê rojhelatê bajarokê Minbicê Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî di operasyona rizgarkirina wê navçeyê berdewame. Nihajî şereke tund li derdora sayloyên genim û gundê Resim El-Exder bi çekên giran didomin.

Derbarê pêşveîûnên nû peyamnêrê K24ê li derdora bajarokê Minbicê ragehand ku, ji danê vê sibehê ve şereke tund di navbera Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê û çekdarên DAIŞê bi çekên girna li gundê Resim El-Exder û sayloyên genim berdewam dike.

Li gor zanyariyê K24ê di wî şerî de heta niha 9 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Di 1ê vê mehê de opersyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî û HSD û bi pişevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.