Zêdetir ji 100 welatiyên Kurdistan û Iraqê li firokxaneya Tirkiyê hatine girtin

Wan welatiyan bi rêya K24ê re, daxwaz kirin ku, alîkariya wan were kirin û pirsgirêka wan çareser bibe da ku, di wê rewşa xirab de nemînin.

K24-Navenda Nûçeyan

 Zêdetir ji 100 welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê dema ku, dixwestin serdana Tirkiyê bikin, li firokxaneya Enqerê hatin girtin.

Yek ji wan kesên ku, hatine girtin li nav hola firokxaneyê bi K24ê re ragehand ku, şeva borî bi rêya firokxaneya Hewlêr a Navdewletî giheştine Enqerê û li firokeya wî bajarî bi hiceta ku, navê wan di nav sîstema navan de nîne hatin girtin.

Ew welatiyê bi navê(Ê.X.Ê H) ku, di nav hola firkxaneya Enqerê ji K24ê re da zanîn ku, berpirsên firokxaneyê ji wan re gotin ku, navê wan di sîstema navan de nîne û vîza wan jî cihê gumanê ye.

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku, ti prsgirên vîzayê nînin, piraniya wan welatiyan jî bi rêka qonsilxane û kompaniyan ew vîze wergirtine û têkita firokeyê jî bi rêka Hêla esmanî Zagroz Cêt birîne.Di nav wan geştyaran de jin û zarok jî hene, herwiha gelek ji wan birojîne.

Niha ew welatî li hola firokxaneyê de ne rê bi wan nadin derkevin derveyî holê û du polîsên Tirkiyê li ber dergehê holê ne, herwiha ji wan xwestine her yek 150 dolara bide da ku zû vegerin yan jî divê çaverê bin heta roja Înê yan Şemiyê.

Wan welatiyan bi rêya K24ê re, daxwaz kirin ku, alîkariya wan were kirin û pirsgirêka wan çareser bibe da ku, di wê rewşa xirab de nemînin.