Hevşaredarê bajaroka Xirvatê li Geverê birîndar bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredarê bajaroka Xirvatê ya Geverê Zubeyr Ceylan, li Geverê pêle mayînê kir û giranî birîndar bû.
Hevşaredarê bajaroka Xirvatê ya Geverê Zubeyr Ceylan, îro bo dîtina ajalên xwe ku winda bûbûn, derket derveyî bajaroka Xirvatê û pê li mayînê kir. Hat ragehandin, her du piyên Ceylan di encamê teqînê de jêbûn.
Xizmên Ceylanê ragehandin, ligel ku hatiye xwestin ambulansa helîkopterê neçûye hawara wan û bi alîkariya xelkê deverê 15 kîlometre bi milan hatiye kişandin.
Dermankirina Ceylan li Nexweşxaneya Geverê berdewam dike û ji ber ku dereng ketiye, metirsiya mirina wî heye.