Hacî: Biryara dadgehê bo desteserkirina Newşêrwan Mistefa red dikin

Berdevkê Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê biyara dadgehê ya bo desteserkirina Rêkxerê Giştî ya wê tevgerê Newşêrwan Mustefa red dike û dibêje: “Biryar siyasî ye.”

K24 - Hewlêr

Berdevkê Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê biyara dadgehê ya bo desteserkirina Rêkxerê Giştî ya wê tevgerê Newşêrwan Mustefa red dike û dibêje: “Biryar siyasî ye.”

Berdevkê Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê Şoreş Hajî di konfiranseke rojnamegerî de biryara dadgehê ya desteserkirina Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê red kir got: “desthilata dadwerî li Kurdistanê ne serbixwe ye û biryar jî siyasî ye.

Herwiha Hacî got jî: “Tomara dengan ne yasayî ye. Herwiha ti bingeheke wê ya yasayî jî tune ye.”  

Di beşeke din ya wê konfiransê de, Hacî got jî: “Ew, biryara dadgeha Hewlêrê tan dikin. PDK dixwaze bi xelkê re bibêje ku desthilata dadwerî ne serbixwe ye.”

Hacî amaje kir û got: “Rêkeftina di navbera YNK û Tevgera Goranê bo başkirina xizmeta xelkê ye, her aliyek jî bi endeze û dîroka vê rewşê berbirsyar e.”

Derbarê avakirina du îdareyan li Herêma Kurdistanê, Hacî got: “Tevgera Goranê li dijî du îdareyan e.”

Îro, dadgeha Hewlêrê biryara desteserkirina Rêkxerê Tevgera Goranê Newşêrwan Mustefa da, piştî ku amade nebû ku li hemberî dadgehê amade bibe.

Ji demekê de çend desgehên ragihandinê yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê tomara dengê Rêkxerê Tevgera Goranê Newşêrwan Mustefa belav kiribû, di wê tomarê de dengê Mustefa gefa kuştina kunslên welatan û endezyarên biyanî li Herêma Kurdistanê kiribû.