Encûmena Leşkerî ya Minbicê amadehiya êrîşeke berferh dike

Di çarçoveya kampîna kontrolkirina bajarê Minbicê ji bi destê çekdarên DAIŞê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 24 demjmêrên borî de 2 gundên nû kontol kir. Li başûrê Minbicê jî kêmtirî 700 mitrî di navbera şervanan û navenda bajêr de maye, tê pêşbînîkirin ku hêzên beşdar di kampînê de, di demek nêzîk de êrîşeke berferh bi ser bajêr de bibin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8214bc9f-fc5a-4ff9-b8af-aadf039c5ab2/menbic%E2%80%93%20kobane.ism/manifest

K24 – Minbic

Di çarçoveya kampîna kontrolkirina bajarê Minbicê ji bi destê çekdarên DAIŞê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê di 24 demjmêrên borî de 2 gundên nû kontol kir. Li başûrê Minbicê jî kêmtirî 700 mitrî di navbera şervanan û navenda bajêr de maye, tê pêşbînîkirin ku hêzên beşdar di kampînê de, di demek nêzîk de êrîşeke berferh bi ser bajêr de bibin.

Encûmena leşkerî ya bajarê Menbicê bi dorpêçkirina çekdrarên DAIŞê di nava bajarê berdewam e. Di vî warî de şervanên wê hêzê bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di 24 demjmêrên borî de li mehewrê pira Qereqoz karîn gundê Tel el-Refî kontrol bikin ku li derdora bajarê Menibic dikeve.

Ji aliyê başûrê Menbicê ve jî, Encûmena leşkerî ya Menbic dest danîn ser gundê Hemdûniyê ku 700 mitrî dûrî bajarê e. Herwiha karîn riyên sereke di navbera Minbic, Cerabûls, Heleb û Reqayê de bi temamî biberin.

Li gor şervanan, niha ew li hêviya ragihandina demjmêra sifr in, ta ku êreşî nava bajarê Menbic bikin. 

Encûmena Leşkerî bi hevahengiya ligel HSDê û Heveymaniya Navdewletî, Kampîna rizgarkirina Menbicê ji 1 Hezêranê vê destpê kiriye, ta niha karîn bêtirî 110 gundî kontrol bikin, ku rûbera wan dighêje bêtirî 1000 kîlo mitir çar koşe.