“Bila Serok Barzanî navbênkariyê di navbera PKK û Tirkiyê de bike”

Serokê berê yê Şaredariya Navçeya Sûrê ji Serokê Herêma Kurdistanê dixwaz dike, ku rola navbênkariyê di navbera PKK û dewleta Tirkiyê bigire.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/573c7b00-e3ed-4386-800c-fc13c86098aa/Abdullah%20Demirbash.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Şaredariya Navçeya Sûrê ji Serokê Herêma Kurdistanê dixwaz dike, ku rola navbênkariyê di navbera PKK û dewleta Tirkiyê bigire.

Serokê berê yê Şaredariya Navçeya Sûra Diyarbekirê Ebdula Demîrtaş ji K24ê re ragihand ku, rawestandina pêvajoya çareseriyê bû sedema nakokî û aloziyê li Bakurê Kurdistanê, ev siyaseta şer negihêştiye ti encamekê, tenê kuştin zêde bûye.

Demîrtaş pêşniyar kir, ku divê her pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe. Ku Parlemento komîtekêava bike û HDP û dewleta Tirkiyê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re li ser masa diyalogê rûnin û diyalogê dest pê bikin.

Herwiha Demîrtaş, ji Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî dixwaze, ku rola nabênkariyê di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de bigire, da ku pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyê çareser bibin.

Demîrtaş got jî: “Başbûna rewşa Bakurê Kurdistanê dê bo Rojhilata Navîn û bi taybet bo Başûrê Kurdistanê jî sûda xwe heye.”