ENKS girtina endamên xwe şermezar kir

Di dema borî de, nêzîk 6 endamên ENKSê li Amûdê û Dêrikê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) girtina endamên xwe ji aliyê Asayîşa Rojava ve bi tûndî şermezar kir.

Derbarê vê mijarê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir tê de fişara çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li ser xebat û têkoşîna siyasetmedaran dike taybet derheqê endam û alîgirên ENKS şermezar kir,

Di daxuyaniya ENKS de wiha jî hatiye gotin ku, ew kiryarên PYDê ti caran nikare iradeya miletê Kurd nake, herwiha daxwaz ji PYDê kir ku, dev ji siyasteên xwe yên ku, xizmeta doza gelê Kurd û mafên wî yê rewa.

Di dema borî de,  nêzîk 6 endamên ENKSê li Amûdê û Dêrikê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatin girtin.