Rêya Mûş-Kulp û Diyarbekirê ji hatûçûnê re hate girtin

Parêzgeriya bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê ragihand ku ji ber tedbîrên ewlekariyê rêya Mûş-Kulp û Diyarbekirê ji hatûçûnê re hate girtin.

K24 – Diyarbekir

Parêzgeriya bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê ragihand ku ji ber tedbîrên ewlekariyê rêya Mûş-Kulp û Diyarbekirê ji hatûçûnê re hate girtin.

Li bajarê Mûşê beriya heftiyekê wesayiteke bombebarkirî ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û bi awayeke kontrolî hatibû teqandin. Piştî vê bûyerê parêzgerê Mûşê Sedat Yavuz ragihand ku, wesayitên bombebarkirî û êrîşkar dibe ku, vê riyê bi kar bînin.

Yavuz diyar kir jî, ji ber wê yekê wan piştî guftigoyên bi parêzgeriya Diyarbekirê re biryara girtina rêya navborî dane.

Heta daxwiyaniyeke dî jî, dê rêya Mûş, Kul û Diyarbekirê girtî be. Rêya Mûş û Diyarbekirê 257 km dîrêj e.