Li Mêrdînê nebûna karebê karê nanpêja zehmet dike

Nanpêjên bajêr bang li rayedarên dewletê dikin ku, ji bo çûyîna karebayê çareseriyekê peyda bikin da ku, bi rehetî karibin karê xwe bikin.
kurdistan24.net

K24-Mêrdîn

Hatina meha Remezanê taybetiyên xwe jî bi xwe re tîne. Pîdeyên Remezanê li tevahiya Tirkiyê û bajarên bakurê Kurdistanê bi taybetî ji bo remezanê tê pahtin. Pîde eleqeyeke mezin dibînin û welatiyê dixwazin ji wan pîdeyan werbigrin dikevin doreke dûrdirêj.

Li Qosera Mêrdînê digel hatina meha Remezanê karê nanpêjan hêj zehmetir bû. Di nava rojê de welatî ji ber germahiyê di binê daran de bêhna xwe didin û xwe hênik dikin, lê mixabin nanpêj ji ber karê xwe nikarin vê yekê bikin. Nanpêj serê sibehê zû radibin û diçin firneyan û heta derengiya şevê ji bo gel pideyên Remezanê dipêjin. Li aliyê din, ji ber qûtbûna karebaya bajêr karên nanpêjan zehmettir dibe.

Herwiha welatiyên dixwazin fitara xwe bi nanê pîde vekin jî li ber deriyên firneyan dikevin doreke dûrdirêj.

"Zarokan telefon vekir got nan bînin, em rabûn hatin ketin dorê. Lê dora nan sitandinê zêde hebû. Welhasil wa me nanê xwe kirî. Xwedê xêra we hemûyan qebul bike."

"Meha Remezanê ye, sala me ya îsal pir germ derbas dibe. Em dikevin dora nan û dema xwe derbas dikin."

Li aliyê din  welatî dixwazin meha Remezanê bibe sedem ku şer û pevçûn bi dawî bibe û ji bo vê yekê dua dikin.

"Meha pîroz bi xêr be, bi silamet be. Salek din înşelleh em ê rojiya xwe carek din bigrin bê derd û bê bela. Xwedê vî şerî vî kafirî ji nava Îslamê derxîne."

Nanpêjên bajêr bang li rayedarên dewletê dikin ku, ji bo çûyîna karebayê çareseriyekê peyda bikin da ku, bi rehetî karibin karê xwe bikin. Herwiha welatî jî her çiqas bi hatina Meha Remezanê kêfxweş bin jî naxwazin her roj bi saetan di bin germahiyê de li benda nan bisekinin.