Hilwêst welatî yên Geverê ji ruxandina avahiyan

Li bajaroka Geverê ya li ser Colemêrgê hilweşandina avahiyên ku di dema şer û pevçûnan de zêde ziyan dîtine hat destpêkirin. Tîmên ku ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatine erkdarkirin avahiyan yek bi yek diruxînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fb88a03e-2b7c-472a-aa5f-552526b93c48/LiGevereRuxandinaAvahiyan.m2t.ism/manifest

Li bajaroka Geverê ya li ser Colemêrgê hilweşandina avahiyên ku di dema şer û pevçûnan de zêde ziyan dîtine hat destpêkirin. Tîmên ku ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatine erkdarkirin avahiyan yek bi yek diruxînin.

Li bajaroka Geverê ya li ser Colemêrga bakurê Kurdistanê nêzîkî 3 mehan qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û ev qedexe niha jî bi qismî berdewam dike. Di dema qedexayan de di navbera hezên ewlekariya Tirkiyê û endamên Yekineya Parastina Civakî (YPS) de şerên dijwar derketibûn û di wan şeran de jî gelek avahîyan xesar dîtibûn.

Niha jî tîmên ku ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatine erkdarkirin, ew avahiyên ku ji bo wan raporta hilweşandinê hatiye dayin, yek bi yek têne destnîşankirin û paşê jî bi mekîneyên kar wan avahiyan dirûxînin. Welatî jî ji vê yekê aciz in ku agahiya rûxandinê ji wan re nehatiye ragihandin.

Emrah Korkmaz - Welatî- dibêje:"Rojek berî qedexeyê me deriyê xwe kilît kiriye, bi vî rengî em li wesayîtekê siwar bûne çûne cihekî din. Me nizanibû ku dê wisa bibe. Gava em zivirîn avahiya me xirakiribûn, tiştên me hemû têde bûn. Dixwazin ku ev mexdûrîyeta me bê rakirin."

Li Geverê piştî rûxandina gelek dibistanan, avahiya taxa Zagrosê ya ku ji bo tevahiya Geverê wekî sîmbolekê dihat nasîn ya bi navê "Avahiya Sêgoşe" ku 7 qatî bû jî, hate ruxandin.

Şemsettîn Firtina - Xwediyê avahiyê-got:"Êvara roja qedexeya derketina kolanan hat ragihandin ez derketim, çi kes di avahiya min de tûne bû. Ez sê meh paşî hatim menzere ev e, rûxandin, şewitandin, ravêj hemû tişt. Misilmantî ev be welle em misilmantiyeke wisa qebûl nakin. Di vê meha Remazanê ne mal bi me hiştin, ne cih hiştin, piçûkên me hemû belav bûne. Hindek çûne gunda hindek  jî çûne cihekî din."

Herwiha welatî ji rayedaran daxwazê dikin ku ev mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin, zerar û ziyana wan bê tespîtkirin û li gorî hiqûqê heqê wan bê dayîn. Ji bilî van yekan jî welatiyên li Geverê piştî şer û pevçûnan di vî bajarê ku hatiyê wêrankirin de hêdî hêdî birînên xwe derman dikin.