Îran: Gefan li welat ên 5+1 dike

Hijmarek a perlemantar ên Îranê gefan li welat ên 5+1 dikin ku rêkkevtin a Navokî li gel Îranê hene.

K24- Hewlêr

Hijmarek a perlemantar ên Îranê gefan li welat ên 5+1 dikin ku rêkkevtin a Navokî li gel Îranê hene.

237 perlemantar ên Îranbê di beyannameyekê de dibêjin: Em li ser binem a ya Quran a Pîroz li ser soz û peyman a xwe dibîn heya alî yê beranber pabende bi wê soz û peymanê, lê eger ew soz û peyman a xwe bişkînin;

Îran û welat ên 5+1 ku her yek ji Firansa, Rûsya, Çîn, Birîtanîya û Elmanîya divegire, di dem a burî de rêkkevtinek  li gel Îranê wajûkirin li ser bername ya navokî, ku li gor wê rêkkevtinê divê Îran bername ya xwe navokî tenê bo aştîyê û xizmet a mirovatîyê bikar bihîne û di bernaber evê yekê jî de sza yên abûrî li ser ewî welatî dê bihên rakirin.