Li Mêrdîna di meha remezanê de xwarina çix kofte zêde bûye

Hosteyê ecinê amaje bi wê yekê dike ku, ew dema yek an jî du saet dimîne ji bo fitarê dezgeya xwe ya ecinê vedike û heya danê fitarê ji bo welatiyan ecinê çêdike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/950b614d-8854-4382-8d8e-c5aa3954b3cc/EleqeyekMezinJiBoEcine.ism/manifest

 

K24-Mêrdîn

Di Meha Remezanê de kesên rojiyê digrin û birçî dimînin dixwazin li ser sifreya xwe ya fitarê xwarinên xweş û tehmên cuda cuda bibînin û bi wan xwarinan rojiya xwe wekin. Yek ji wan xwarinan ku Meha Remezanê eleqeyek mezin dibîne ecin e.

Li bajaroka Qosera Mêrdîna bajarê bakurê Kurdistanê di Meha Remezanê de ecin ji aliyê welatiyan we eleqeyek mezin dibîne. Çi feqîr be çi jî dewlemend, li ser sifreya welatiyan ecin di Remezanê de qet kêm nabe û xwarina Remezanê ya herî xweş e ji bo welatiyên Qoserê.

Berê li Qoserê welatiyan ji ecinê heznedikir, lê belê hem digel hatina Meha Remazanê hem jî ji ber zêdebûna hosteyên ku, ecinê çêdikin xwarina ecinê zêde bûye.

Derbarê vê  Hosteyê Ecinê Sadî Tari wiha got:"Ecina me bi goşt e, em bi goşt çêdikin. Ecina me ya Mêrdînê ye, ne ya Rihayê ye. Ecina me, em bi qeşayê çêdikin. Belê ku em bi qeşayê çêdikin ger saet 12an jî, nîvro jî bixwî divê di sarincê de be ew acin.  Em ecinê bi qeşayê çêdikin ji bo nenepixe."

Ji bo ecineke bi qalîte û tehm xweş pêwîst e savar hêdî hêdî û bi hêzeke mezin bê eciqandin. Divê baş bê eciqandin da ku savar û goşt bi hev re nermtir bibe û baştir bikeve nava hevdû. Welatiyên ku tên ecinê dikirin hem bi çêkirina wê û hem jî bi tehma wê mest dibin.

Li Mêrdînê dibêjinê ecin, li Qoserê dibêjinê çix kofte. Îcar em jê re dibêjin ecin. Yanî ya esîl ev e, bi goşt e hema. Bi tujiya xwe û heya bi lîmona xwe her tiştê wê lebatiye. Tenê bi qeşa re nerm dikin, ne wekî yên din bi avê.

Hosteyê ecinê amaje bi wê yekê dike ku, ew dema yek an jî du saet dimîne ji bo fitarê dezgeya xwe ya ecinê vedike û heya danê fitarê ji bo welatiyan ecinê çêdike. Welatiyên ku tên vê ecina lebatî dikirin gelek pê kêfxweş in. Herwiha ev ecin li gorî xwesteka welatiyan 5 an jî bi 10 Lirayê Tirkî tê firotin.