Masûd Barzanî: Jiyan li kû derê hebe DAIŞ êrîş dike

Serokê Herêma Kurditanê Masûd Barzanî ragihand, DAIŞ dijminê hemû mirovayetiyê ye û jiyan li her cihek hebe, têk dibe. Herwiha xweşhaliya xwe derbirî ku ewên baweriya wan bi azadî, mirovayetî û jiyanê hene, ji dûr hatine û beşdarî şerê li dijî DAIŞê û jinavbirina terorê dikin.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di çarçoveya pêşwaziya her yek ji balyozê Newzîlandayê li Iaqê Jemis Morno û cîgirê balyozê Austiralyayê li Iraqê Conson Gelbert de, behsa astengiyên ku di vê qonaxê de rûbirûyî gelê Kurd dibin kir, di serî de jî şerê DAIŞê.

Derbarê rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê DAIŞê de, her yek ji Morno û Gelbert şanazî bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kirin, ku wek yekem hêz li ser erdê karîn çekdarên DAIŞê têk bişkînin. Her di vê çarçovê de, silavên welatên xwe gihandin Serokê Herêma Kurdistanê.

Herwiha xweşhaliya xwe derbirîn, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, ligel Herêma Kurdistanê şerê terorê dikin.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ragihand ku, şerê DAIŞê pêwîstî bi hevahengî û hevkariyeke cidî ji aliyê civaka navdewletî de heye.