Tuncel: Em rê nadin ku dest li ser şaredariyan were danîn

Hevseroka Partiya Hereman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel derbarê pirsa dûrxistina serokên şaredariyê yê Bakurê Kurdistanê ragihand dibêje ew rê nadin ku dest li ser şaredariyên wan were danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel derbarê pirsa dûrxistina serokên şaredariyê yê Bakurê Kurdistanê ragihand dibêje ew rê nadin ku dest li ser şaredariyên wan were danîn.

Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel, îro di civîneka çapemeniyê li Diyarbekirê ragihand, AK Partî tundûtûjiyeke sîstematîk li hember DBPê dimeşîne, ku çendîn hevserokên şaredariyan desteser kirine û çendîn kes jê kuştine. Herwiha amaje bi kuştina 2 serkideyên wê partiyê kir, ku çarenivîsa endamekî din yê Encûmena Rêveberiyê yê Şirnexê ne diyar e.  

Tuncel diyar kir ku, armanca dest danîna li ser şaredariyan berdewamiya siyaseta têkbirinê ya AK-Partiyê ku li hemberî wan tê meşandin. Heta niha 20 Serokşaredarê wan hatine girtin û 30 rêvebir jî ji kar hatine dûrxistin.

Tuncel got jî: “Heger dewlet êrîşkirinê dizane, em jî dizanin çawa bergîriyê li xwe bikin.” Herwiha hişyarî da berpirsên Tirkiyê, ku bi awayekî demokratîk ewê bergîriyê li xwe bikin, ji ber hemû aliyên demokratîk û sosyalîst li Tirkiyê piştevaniya wan dikin.

Herwiha Tuncel bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim yên derbarê şaredariyên DBPyê de û got, pereyên li şaredariyên DBPê  tenê şandin ji bo xizmeta gel, hatine bikaranîn. Şandeyek serbixwe dikare li ser vê yekê lêkolînan bike. Lêbelê ew rê nadin dest li ser şaredariyên wan were danîn û ew ê berxwe bidin.

Serokwezîr û Serokomarê Tirkiyeyê gelek caran îdia dikin ku, şaredariyên DBPê pereyên xwe ji PKKê re dişînin.