derbarê kuştina Mûsa Enter de zanyariyên nû tên ragehandin

Li gorî parêzerê Musa Anter Selim Okçuoglu, di zelalkirin û ronîkirina doza Anter û JÎTEMê de agahiyên derbarê Cemîl İŞİK de gelekî giring in.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fa14780c-6712-4f43-981e-26415de3340e/DadgehMusa-Anter.ism/manifest

K24-Enqerê

Îro li paytexta Tirkiyê Enqerê lihevrûniştina dadgeha li ser kuştina rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter pêk hat. Serokê berê yê Daîreya Kontrterorê ya MÎTa Tirkiyê Mehmet Eymur di dadgehê de wek şahid amade bû û agahiyên giring bo dadgehê ragehand.

Nîvîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter berî niha bi 24 salan li Diyarbekirê hate kuştin. Ligel ku 24 sal diser re derbasbûne jî doza Anter hîna jî nehatiye zelalkirin.

Îro li Enqerê derbarê doza Musa Anter de li dadgehê lihevrûniştineke din pêk hat. Parêzerên Anter ji dadgehê daxwaz kirin ku, Wezîrê Navxweyî yê wê demê Meral Akşener, Waliyê Rewşa Awarte yê wê demê Unal Erkan û Parlementerê Kevin Sînan Yerlîkaya ji bo şahidiyê li dadgehê amade bin, lê ev daxwaz ji aliyê dadgêr ve hate redkirin û dadgehê doza Anter taloqî 26ê meha Îlonê kir.

Yek ji wan navên ku, dihate xwestin ku, lê bê guhdarîkirin jî Tuggeneralê Artêşa Tirkiyê yê berê Velî Kuçuk bû. Lê naxweşiya xwe wek sedem nîşan da û ew jî wek îtîrafkarê bi navê Abdulkadîr Aygan li dadgehê ne amade bû. Şahidê din yê doza Musa Anter û JîTEMê yanî Serokê berê yê Daîreya Kontrterorê ya Rêxistina Îstixbaratê ya Tirkiyê Mehmet Eymur li dadgehê amade bû û filaşeke ku, agahiyên veşartî tê de cih digirin pêşkêşî dadgehê kirin. Agahiyên Eymûr di lihevrûniştina 26ê îlonê de dê werin nîqaşkirin.

Derbarê vê mijarê de Parêzerê Musa Anter Selîm Okçuoglu wiha got:"Em dixwazin ku bi hêvî biaxivin lê mixabin hêviya me nemaye. Ji ber ku qetilkirina Apê Musa hem ji bo Kurdan hem j ji bo civaka Tirkan yek ji wan bûyerên herî giring e. Dewlet û rayedar rê nadin wê yekê ku ev doz biçe serî."

Berî niha parêzerê Musa Anter, Selîm Okçuoglu ji dadgehê derbarê kuştina Anter de xwestibû ku bi nivîseke fermî ji MÎTa Tirkiyê derbarê Cemîl Işik de agahî bên ragihandin. Yekem car MÎTa Tirkiyê bersiva dadgehê bi ragihandike fermî da. Li gorî ragihandina MÎTê Cemîl İŞİK ku kod navê wî Hogir e di sala 1991an de piştî ku ji PKKê vediqete diçe û xwe dispêre Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê. Herwiha li gorî agahiya din a MÎTê ku ragihandiye İŞİK ji aliyê PKKê ve di sala 1994an li Elmanyayê hatiye kuştin.

Derbarê vê babetê Kurê Musa Anter Dîcle Anter ji K24ê re wiha got:  "Ji aliyê xwe rûberîhevkirina Tirkiyê ve doza Musa Anter gelekî giring e. Lê belê ev yek her bi ser nakeve. Ji ber ku kuştina bavê min bi destê dewletê pêk hatiye, rayedarên dewletê xwe ji dayîna agahiyan didin paş. Em ê tu carî dev ji vê doza xwe bernedin heta encamekê bi dest bixin."

Li gorî parêzerê Musa Anter Selim Okçuoglu, di zelalkirin û ronîkirina doza Anter û JÎTEMê de agahiyên derbarê Cemîl İŞİK de gelekî giring in. Lewre dixwaze ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya ku MÎTa Tirkiyê di raporta dadgehê de ragihandiye, li ber destê wan çi agahî hebin yên derbarê Cemîl Işik de bi wan re parveke.