Rexne ji amadekarî yên rizgakirin a Mûsilê dihê girtin

Cêgir ê Parêzgeh a Neynewa ragehand: Heya niha hewl ên rizgarkirin a Musilê ne li ast a pêwîste

K24- Hewlêr

Cêgir ê Parêzgeh a Neynewa ragehand: Heya niha hewl ên rizgarkirin a Musilê ne li ast a pêwîste

Hesen Elaf, Cêgir ê Parêzgar ê Neynewa ragehand: Hêj hewl ên rizgarkirin a Mûsilê ji dest ên Daişê negihaye ast a pêdivî.

Got jî: Li ber hinek sedem ên taybet ên abûrî û îdare û mijûlbûn a kert în sûpa yê Îraqê bi şerr ê Felûce ve, nekarîne wek pêdivî  kar bo temakirin a amadekarî yên rizgakirin Mûsilê bihê kirin.

Ewî berpirsî got jî: Daxwaz ê ji hikumet a Îraqê dikin hewl ên xwe çirr û pirr bike daku bikare harîkarî ya Herêm a Kurdistanê û Hevpeymanî ya Nêvdewletîyê dijî Daişê bike daku pirose ya rizgarkirin a Mûsilê bi serkevtîyane bihê encamdan.