Li Minbicê 120 çedarên DAIŞê hatin kuştin

Di 1ê vê mehê de, Encûmena Leşkerî ya Minbicê HSD bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina Minbicê destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê bi armanca şkandin û vekirina dorpêça li ser çekdarên xwe li Minbicê êrîşkeke mezin pêkanî lê, ew êrîş ji aliyên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê ve hate têkşkandin.

Derbarê êrîşa DAIŞê, serkirdayetiya giştî ya Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir, tê de tekez kir şervanên wan êrîşa DAIŞê têkişkandin û di encam de 120 çekdarên rêxisrina navborî hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin jî ku, êrîşa çekdarên DAIŞê ji aliyê Cereblûs, Bab û Mesekenê li dijî gundên di navbera bajarokê Irêmê heta Çemê Firatê hate encam dan.

Di 1ê vê mehê de, Encûmena Leşkerî ya Minbicê HSD bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina Minbicê destpê kir.