Ji bo Fethulah Gulen 217 car cezaya hetahetayî tê xwestin

Ji bo Fethulah Gulen, bi tometa ku di nav dewletê de dewleteke din ava kiriye 217 car cezaya hetahetayî hat xwestin.

K24 -

Ji bo Fethulah Gulen, bi tometa ku di nav dewletê de dewleteke din ava kiriye 217 car cezaya hetahetayî hat xwestin.

Li Îzmîrê, doza 68 polîs û birêveberên ewlekarî ku bi kirina sixûrî tên tawanbarkirin, berdewam kir. Kesên tên dadgehkirin, bi tometa damezrandina rêxistina terorê, xerakirina yekîtiya welat, sextekariya belgeyên dewletê, afirandina delîlên sexte tên tometbarkirin.

Fethullah Gulen jî wek serokê rêxistina terorê tê binavkirin û bi tometa ku di nav dewletê de dewlet ava kiriye, 217 car cezaya girtina hetahetayî xwestin.

Parêzerê Fethulah Gulen, da xuyakirin ev daxwaz li dijî peymana Mafê Mirovan û her wiha li dijî Destûra Tirkiyê ye.