Tîma K24ê derbasî nava Minbicê dibe

Şerekî giran li rojavayê bajarê Minbic berdewam e. Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbic hin bi hin derbasî nava bajêr dibin, lê her ku şervan nêzîkî bajêr dibin, çekdarên DAIŞê berevaniyeke xurt dikin û bi otombîlên bombebarkirî êrîşî Encûmena Leşkerî ya Minbic dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic
Şerekî giran li rojavayê bajarê Minbic berdewam e. Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbic hin bi hin derbasî nava bajêr dibin, lê her ku şervan nêzîkî bajêr dibin, çekdarên DAIŞê berevaniyeke xurt dikin û bi otombîlên bombebarkirî êrîşî Encûmena Leşkerî ya Minbic dikin.

Peyamnêrê K24ê ji nava bajarê Minbicê de ragihand ku, ji ber ku gelek nîşanvanên DAIŞê cihê li nava Minbicê girtine, şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbic nahile tîma K24ê bêhtir derbasî nava bajêr bibe.

Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kirk u, şerekî dijwar li aliyê bakur û rojhilatê bajarê Minbicê berdewam e. firokeyên Hevpeyamniya Navdewletî jî li esmana Minbicê digerin û pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.