Erdogan:YE di navbera rêxistinên terorîst de cûdakarî dike

Erdogan bi gilî û gazinc ji Yekitiya Ewropayê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragehand ku, Yekitiya Ewropayê di navbera rêxistinên terorîst de cûdakarî dike û rêxistinan, wekî terorîstên baş û nebaş ji hevûdû vediqetîne.

Derbarê vê mijarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di xwarina fitarê ya ligel nûnerên saziyên sivîl de axifî û rexneyên tûnd li Yekitiya Ewropayê girt.

Erdogan da zanîn ku, herçiqas El-Nûsra jî bi hemû hêza xwe li dijî DAÎŞê şerî bike jî ew ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve wekî rêxistinek terorîst tê binavkirin lêbelê YPG wekî rêxistinek terorîst nayê naskirin. Dema ew ji rayedarên Yekitiya Ewropayê daxwaz dikin ku, YPGyê wekî rêxistinek terorîst nas bikin ji wan re tê gotin YPG li dijî DAÎŞê têdikoşe.

Erdogan bi gilî û gazinc pirsiyar ji Yekitiya Ewropayê kir û got ger El-Nûsra jî li dijî DAÎŞê şerî dike çima navê wê nav lîsteya rêxistinên terosrîst de ye û ji bo çi YPG wekî rêxistinek terorîst nayê dîtin.