Li Tirkiyê Komeleya Civakên bo Piştgiriya Penaberan hate avakirin

Niha ev hevkariya bo penaberan ku, ji 16 komeleyên penaberan pêk tê wê dest bi xebatên xwe bike û ji niha ve her bi meh ji aliyê aborî ve alîkariya 10 hezar malbatên penaber dike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

 K24-Enqerê

Li Paytexta Tirkiyê di Roja Penaberên Cîhanê de "Komeleya Civakên bo Piştgiriya Penaberan" hate avakirin. Ev komeleya ku, ji civakên cûr bicûr pêk tê dê ji bo 3 milyon penaberên ku, li Tirkiyê dijîn xebatên wek perwerdehî, mafên xebatê û entegrasyona bi civaka Tirkiyê re bikin û çareseriyan peyda bikin.

Di qada cîhanê de Tirkiye yek ji wan welatan e ku, herî zêde penaberan di nava xwe de dihewîne. Li gorî pisporan û komeleyên penaberan heta niha 3 milyon penaber li bajarên cûr bicûr yên Tirkiyê dijîn. Ji bo çareseriya kêşeyên wan penaberan û avakirina derfêtên bo jiyana wan, herwiha avakirina bingeha entegrasyonê ya bi civaka Tirkiyê re bi hevkariya 16 komeleyan di Roja Penaberên Cîhanê de Komeleya Civakên Piştgiriya Penaberan hate damezrandin. Serkêşiya vê hevkariyê ya 16 komelyên ku dê di warê penaberan de ligel alîkariyê raportan jî amade bikin ÎGAM dike.

Li gorî Serokê Komeleya ÎGAMê Metîn Çorapatir bi gelemperî li cîhanê 60 milyon penaber hene. Amanca ew e ku polîtîkayên berbiçav biafirînin û berpirsiyariya parastina mafên kesên penaber hilgirin serxwe.

Derbarê vê babetê Serokê Navenda Lêkolînên Koçberî û Îltîcayê (ÎGAM) Metîn Çorapatir wiha got:"Beriya her tiştî me xwest ku, ka gelo dam û dezgehên civakî çawa dikarin bêne bal hev û çawa dikarin dengê xwe bigihînin dewletan, Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî? Herwiha çawa dikarin li dora arîşeyan bicivin û li ser maseyekê wan kêşeyên penaberan çareser bikin? Ji ber ku stratejiyeke yekgirtî ya Tirkiyê nîn e derbarê penaberan de, me jî xwest ku bi riya vê gavê em pargaleke ku hêza xwe ji mafê penaberan werdigire ava bikin da ku karibin bandorê bidin ser polîtîkayên hikûmetan."

Li gorî rêveberên din ên vê komelaya piştgiriyê heta niha gelek navêndên bo penaberan hatine damezrandin hene, lê haya yekî ji wan ji ya din tunebûye. Lê bi saya vê komeleya piştgiriyê wê haya komeleyên din ên penaberan jî ji hev hebe li Tirkiyê. Herwiha di warê çareseriyan de jî pêşniyaran li rayedarên dewletê dikin.

Derbarê vê yekê Nûnerê Komeleya Civakên Sûriyê Hamdî Alzahr wiha axifî:"Kêşeya Sûriyê 5 sal zêdetir e ku berdewam dike. Ew penaberên Suriyeyî yên ku li Tirkiyê ne pereyên xwe xwarin û xelas kirin û niha jî feqîr bûne. Dema ku ji bo her ferdê malbatekê mafê xebatê bê dayîn dê ev kêşeya penaberan çareser bibe. Herwiha gelek zarok hene ku bê perwerde mane lewre divê ew zarok jî bên perwerdekirin û kêşeya entegrasyona wan kesan jî bê çareserkirin."

Daxwaza pêşin ya Komeleya Civakên Piştgiriyê ya bo Penaberan, damezrandina Konseya Penaberên Tirkiyê bûye, lê ji ber astengên yaseyî wan nikarbûye vî navî bikarbînin, lewma di roja Penaberên Cîhanê de bi vî navî derketine pêşberî raya giştî ya Tirkiyê.

Niha ev hevkariya bo penaberan ku, ji 16 komeleyên penaberan pêk tê wê dest bi xebatên xwe bike û ji niha ve her bi meh ji aliyê aborî ve alîkariya 10 hezar malbatên penaber dike.