Li Stenbolê piştevaniya rojnamevanan tê kirin

Ji 3ê Gulanê vir de 44 kes wek nobedar berpirsiyartiyê kiribûn û der barê 37 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, 3 kes hatin girtin.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li Stenbolê sazî û dezgehên çapemeniyê, bi amanca şermezarkirina girtina 3 kesên rojnameger û nivîskaran ku wek nobedar bo rojekî berpirsiyariya rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn, çalakî li dar xistin. Nûnerên saziyên sivîl û rojnamageriyê girtina hevkarên xwe wek siyasî nirxandin û serbes berdana girtiyan kirin.

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, nivîskar Ahmet Nesîm û rojnameger Erol Onderoglu bo rojekê berpirsiyariya weşana rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn û bi tohmetbarkirina bangeşeya rêxistina terorî hatin girtin.

Komele û rêxistinên rojnamevaniyê li ber avahiya Ozgur Gundemê bi amanca piştevaniya rojnameyê û bo protestekirina 3 kesan li hev civiyan.

Li gorî Serokê Komeleya Rojnamegerên Azad Hakki Boltan bi zanetî êrîşeke mezin li rojnamegeran tê kirin.

Derbarê vê mijarê Serokê Komeleya Rojnamegerên Azad Hakki Boltan wiha got:"Bi du rêyan êrîş kirin, yek bi lêpirsînê êrîş kirin dîtin ku bi lêpirsînê kesî natirse, vê carê bi girtinê êrîş kirin. Ev jî netirsand. Hejmara kesên ku dixwazin bibin berpirsê weşana Ozgur Gundemê her ku diçe zêdetir dibe."

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan da zanîn ku, civat, bi rêya çapemeniya azad kar û barên derqanûnî dikarin hîn bibin tevî her tiştî dê çapemenî dê azad bibe.

"Girtina 3 kesan geflêxwarin e. Çavê hevalên din jî ditirsînin. Dibêjin eger hûn jî werin vir aqibeta we weke kesên girtî dê bibe. Lê piştevaniya bo hevalan dê zêdetir bibe."

Rojnameya Ozgur Gundemê ku, weke nêzî PKK tê zanîn li dijî zextên rojnamegeran û bo azadiya çapemeniyê dest bi xebatekê nû kiribû. Di rojnameyê de her roj kesek cuda berpirsiyariya weşana rojnameyê dikir. Ji 3ê Gulanê vir de 44 kes wek nobedar berpirsiyartiyê kiribûn û der barê 37 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, 3 kes hatin girtin.