Necmedîn Kerîm: Divê Kerkûkê desthilat a temem hebe bikare xwe bi rêve bibe

Evro konsil ê giştî yê Emerîkayê li Hewlêr, serdan a parêzgeh a Kerkûkê kir û li gel parêzgar ê ewî bajarî kom bû. Piştî kombûnê kongrireyek a rojnamevanî ya hevpişk encamdan û Necmedîn Kerîm, Parêzgar ê Kerkûkê ragehand: Pêdivî ye Kerkûkê desthilatek a temam hebe heya bikare xwe bi rêve bibe. Tekez jî kirku hevwelatî yên Kerkûkê bi hemû pêkhateyan ve piştîvanî ya me dikin daku ew bi xwe biryarê li ser çarenivîs a xwe bide.
kurdistan24.net

K24- Kerkûk

Matyas Mîtman, Kunsilê Enmerîkayê li Hewlêrê, got: Emerîkayê divêt Îraqek a hevgirtî û yekrêz û dîmukrat hebe. Çavk ên dahatê li Îraqê bo xizmetkirin a xelkê bi kardihînin.

Got jî: Em wek Emerîka hest dikîn rewş a Îraqê ber bi başîyê ve diçe. Çend deverek ji dest Daişê hatine derhînan û operasyûn ên dijî Daişê serkevtîyane bi rê ve diçin.

Necmedîn Kerîm, Parêzgar ê Kerkûkê got jî: di kombûnê de li gel kunsil ê Emerîakyê li Hewlêr, nerîn ln me li ser asayîkirin a peywendî yên Herêm a Kurdistanê û Bexdayê ji hev nêzîk bûn.

 Prêzgar ê Kerkûkê li ser birrîn a budce ya Kerkûkê ji alî yê hikumet a Bexdayê ve, got: Evro  li ser arîşe yên Kerkûkê serdan a Bexdayê dê bikim û carek a din birrîn a budce û arîşe yên Kerkûkê li gel serok ê wezîran dê behs bikîn.

Li ser westandin a petrol a Kerkûkê jî, Necmedîn Kerîm got: Divê  şandin a petrola Kerkûkê carek a din dest pê bike.